Li Meletiyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mirûnê (Puturge) ya parêzgeha Meletiya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Mirûnê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 16:19an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8,6 kîlometre bûye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê erdhejê peyamek belav kir û got:

"Ji bo lêkolîna qada erdhejê tîmên pêwendîdar ên AFAD û saziyên din li ser kar in. Niha rewşeke neyînî nîne."

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.