Tiriyê Meletiyê zivistanê jî li ser dezgehan e

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erebgirê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê tirîyê payîzê pê digihe û di odeyên ji depan û tarî de tê hilgirtin û heta meha Gulanê dikare bimîne û were firotin.

Tiriyê payîzî yê Erebgirê vê zivistanê dezgehên fêkiyan rengîn kiriye.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Erebgirê Huseyîn Şafak got:

“Li cîhanê tiriyekî wek vî tiriyî nîne. Tiriyê me yê reş qaşilê wê tenik e û ji bo xwarin û şerabê dibe. Tiriyê me yê zer jî yê zivistanê ye, heta demê pêgihiştina tiriyê salê yê nû dimîne.

Taybetmendiyeke wî tiriyî heye, eger di odeyên ji depan û cihên girtî de were parastin, xirab nabe û taze dimîne.

Li Erebgirê 13 corên tiriyan çêdibin. Zehmetiyên mezinkirina tiriyan zêde ne û divê wek zarokekî xwedî lê derkevî.”

Li navçeya Erebgirê li ser rûberê 8 hezar 700 donim zevî rezên tiriyan hene.

Ji her donimê 750 kîlogram heta tonek tirî berhem tê.

Salane derdora 6 hezar û 500 heta 8 hezar ton tirî tê berhemanîn.

“Berhemê me derdora 20 tonan bû”

Cotkar Edîp Mayda jî anî ziman:

“Berhemê îsal hinekî kêm bû lê kalîteya wê baş bû. Berhemê me derdora 20 tonan bû.”

Cotkarekî din ê bi navê Îsmaîl Guneş jî li ser tirî got:

“Di bazarê de ti pirsgirêka me nîne. Em difiroşin dikandaran, yên ku ji bo zivistanê ji mala xwe re dikirin hene û em difiroşin navçeyên derdorê jî.”

Ji ber ku bihara 2023yan li vê navçeyê baran dereng û kêm bariya berhemê tirîyê Erebgirê îsal li gorî salên borî kêm bû lê cotkar dîsa jî ji berhemê heyî razî ne.

Tirîyê Erebgirê ne tenê li bazara Meletiyê tê firotin, ji bajarên wek Stenbol, Enqere, Kirikkale û Îzmîrê yên Tirkiyeyê re jî tê şandin.