Ew ciwanê Kurd di otomobîla xwe de mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî Kurd ê 23 salî yê bi navê Nizar Ferhad roja bihorî di nava otomobîla xwe de li parêzgeha Duhokê mirî hat dîtin û Polîsê Duhokê dibêje, guleyek li serê wî ciwanî ketiye û canê xwe ji dest daye û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Bûyer li nahyeya Fayde ya ser bi qezaya Sêmêlê ve çê bûye.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, “demjimêr 08:30 sibeha roja Şemiyê 7ê Çileya 2023an hêzên polîs hatine agahdarkirin ku di navbera Herêma Pîşesaziya Nû ya Duhokê û gundê Bazelanê de li sînorê nahyeya Fayde bi dûriya 6 kîlometreyan ji bajarê Duhokê di nava otomobîlekê de termek heye.”

Li gor zanyariyan, tîmên polîs bilez xwe digihînin cihê bûyerê û dibînin ku ciwanek di nava otomobîlê de guleyek li serê wî ketiye û canê xwe ji dest daye.

Tê gotin, dema ku polîs gihîştine cihê bûyerê, otomobîla wî ciwanî hêj dixebitî.

Li gor zanyariyên Rûdawê, navê wî ciwanî “Nizar Ferhad û 23 salî û niştecihê bajarê Duhokê bûye.”

Termê wî ciwanê ji aliyê polîsan ve bo Pizîşkiya Dadê ya Duhokê hat şandin.

Jêderekî ji Polîsê Domîzê ji Rûdawê re got, “wiha xuya dike ku wî ciwanî bi xwe gule li serê xwe dabe û dawî li jiyana xwe anîbe”, lê diyar kir, ew yek niha tenê îhtimalek e û sedema bûyerê hêj nayê zanîn.

Heman çavkaniyê diyar kir, derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.