Zara Mihemedî: Li zindanê baweriya bi hizir û karên min bihêztir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî îro çû zindana Sine û berî radestbûnê, li ber Dadgeha Sine axivî û hejmareke xelkê jî bo piştevaniya wê mamosteya Kurd kom bûn. Çalakvana Kurd spasiya piştevaniya xelkê kir û tekez kir, di zindanê de dê baweriya wê ya bi hizir û karên wê bihêztir bibe.

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, tenê ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bike, bi 5 salan hat cezakirin.

`Ev piştevanî ji bo hemû têkoşeran e`

Rêveberiya Dadê ya Parêzgeha Sine mamosteya Kurd daxwaz kiribû û Zara Mihemedî îro, 08/01/2022, li gel hejmareke welatiyan çû ber zindana Sine ku ew dîmen ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve zindî hatin veguhestin.

Zara Mihemedî berî ku xwe radestî zindanê bike, got, “Ev piştevanî, ne tenê ji bo min, lê piştgirî ye ji bo hemû wan kesan ku di nava civakê de têdikoşin û dizanin xelkê wan dilsoz in. Bi rêz û xoşewîstî ve ku we nîşan da  piştrast bin, çirke bi çirke wê dema ku di zindanê de bim, bawermendtir dibim. Mihemedî helbesteke Mamoste Qanî jî xwend, “Xwelî li serê wî dijminî ku hêviya xwe bi zindanê ve girê daye.”

Zara Mihemedî di dirêjiya axaftina xwe de tekezî li ser berdewambûna li ser bîr û baweriyên xwe kir û got, “Min berdewam gotiye, ew kesê ku tê girtin û tê zindanîkirin dema çû wir, ji sedî sed piştrasttir dibe ku çi kiriye û bi hizir û karûbarên xwe bawermendtir dibe.”

`Ev mafê me yê sereke ye`

Mamosteya Kurd spasiya wan welatiyan jî kir ku li ber deriyê zindanê kom bûn û piştevaniya wê kirin û got, “Spas bo we hemûyan, spas bo hebûna we. Hêvîdar im em hemû bi hev re bikarin hewl bidin.”

Çalakvana Kurd amaje bi wê jî kir, “Dema em li gel welatên din diaxivin, bi ken û tinaz, dibêjin, `hûn hê jî şer ji bo zimanê xwe yê dayikê dikin`. Ew mijûl in komstêrên din bidest bixin, em hêj mijûl in li ser zimanê xwe yê dayikê şer dikin. Ev bingehtirîn mafê me ye, yek ji sereketirîn mafên me ye.”

Mamoste Zara Mihemedî di dawiya gotinên xwe de diyar kir, “Em wek Encûmena Nûjîn hewla desteberkirina wî mafî didin û em hêvîdar in ev di dîrokê de bi şêweyekê bê tomarkirin ku pêşeroj wê berhemê bibîne û bigihije encamê. Ez careke din spasiya we dikim û dubare dibêjim; xwelî li serê wî dijminî ku hêviya xwe bi zindanê ve girê daye.”

 

 

`Zara ne bi tenê ye`

Endama Desteya Rêveber a Encûmena Nûjîn Soma Pûr Mihemedî jî axivî û ragihand, “Zara Mihemedî yek ji damezrênerên Encûmena Nûjîn e ku di heyama 11 salên derbasbûyî de bi xwebexşî û dilêrane roj bi roj û çirke bi çirke ji bo armancên xwe pêngav avêtin.”

Soma Pûr Mihemedî got, “Em îro kom bûne ku bêjin; Zara bi ti şêweyî ne bi tenê ye. 11 sal in bi rih û can ji bo bidestxistina armancên xwe têkoşa, ji bo gihiştina mafên netewî têkoşa.”

Endama Desteya Rêveber a Encûmena Nûjîn, got, ev ne tenê meseleya keseke wek Zara ye, lê ev meseleya baweriyê ye û diyar kir, “Encûmena Nûjîn her ji yekem rojên xwe ve, ku wê pirsgirêkê serî hilda û ew mesele çêbû, Zara û hevalên wê hatin desteserkirin, xwe wek xwediya vê meselê dît. Bi piştrastî em hemû dizanin, ku ev ne meseleya kesekê, lê mesela Encûmena Nûjîn û netewa wê ye ku sereketirîn mafên wê ne.”

`Berxwedan li zindanan berdewam e`

Soma Pûr Mihemedî behsa wê jî kir, “Em îro têkoşîn ji bo mafê gelekê didin ku sereketirîn maf e, dibe îro netewên din pê bikenin ku em daxwaza mafekê dikin di cîhanê de gelek sade ye.”

Endama Desteya Rêveber a Encûmena Nûjîn di dawiya axaftina xwe de got, “Ev ne Zara ye diçe zindanê, ev mafên me yên netewî ne dikevin zindanê, ev baweriyên me ne, ev têkoşîna me ye, ev netewa Kurd e, ev ziman e ku hewl didin ji nav bibin. Lê xeyala wan xav e, bi piştrastî em nahêlin 11 sal têkoşîn bi ti şêweyî vala biçe û heta em digiihjin lûtkeya hêviyên xwe, zehmetkêşên vî miletî, ên jiyana xwe gorî  kirine dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin. Berê li ser şeqam, avahî û li bajaran serhildan hebû, îro li nav zindanan berxwedan heye.”

 

 

Zara Mihemedî kî ye?

Sala 1990an li gundê Serawleya Dêwlan ê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû

Li Zanîngeha Sine li ser Cografiya Siyasî mastera xwe temam kir

Endama Rêveberiya Encûmena Kultûrî ya Nûjîn e

Ev 10 sal e li Sine û gundên wê dersên zimanê Kurdî dide

Gulana 2019an ji aliyê Supaya Pasdaran ve hat desteserkirin

Li Dadgeha Şoreş a Sine 10 sal cezayê zindanê lê hat birîn

Li Dadgeha Pêdaçûnê ya Sine cezayê wê bo 5 salan hat kêmkirin