Şaredariya Wanê kursa zimanê Kurdî vekir

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Barkurê Kurdistanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hat gotin ku di çarçoveya pîşe hînkirinê de li Navenda Çandê ya Taxa Hecîbekirê di bin banê Daîreya Karên Çandî û Civakî de kursa Kurdî vebû.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê welatî eleqeyeke baş nîşanî zimanê Kurdî didin.

Dersên Kurdî ji aliyê mamoste Yusuf Başargan ve hefteyê 5 rojan tê dayîn.

Serokê Daîreya Karên Çandî û Civakî Nurî Bekîroglu jî diyar kir ku wan îsal ji bo nêzîkî 200 kursan vekirin û eleqeya li ser hemû kursan zêde bû.

Di berdewamiya axaftina xwe de Bekiroglu ragihand ku di nav wan kursan de ya herî zêde rastî eleqeyê hat yek jî kursa zimanê Kurdî bû û wiha domand: "Di kursê de ji bo kesên qet nizanin, yên hinekî zanin û yên dixwazin çêtir fêr bibin ders tên dayîn. Ji roja me kursê vekir heta îro tiştên xweş tên gotin.”