Bi barîna berfê rêjeya çûna geştyaran bo Qerejdaxê 5 qat zêde bûye

Ruha (Rûdaw) - Bi hatina berfa zêde wek  hemû çiyayên  Bakurê Kurdistanê, li Çiyayê Qerejdaxê ya di mabeyna parêzgeha Amed û Ruhayê de jî îsal berfeke zêde  bariye, geştyarên ku bi giranî ji bajarên Amed, Ruha û Mêrdînê têne Çiyayê Qerejdaxê bi dilê xwe li ser berfê xwe dişemitînin û herwisa di bin sir û sermayê de kebabê çêdikin, îsal li gor salên borî hatina geştyaran ji bo vê derê % 500 zêde bûye.

 

Çiyayê Qerejdaxê kirasê xwe yê sipî li ber xwe kir û bang li serlêderên xwe kir.

 

Berfa îsal zû û bi zêdeyî lêkir ji ber ku di vî herêmê de tekane tesîsa kaşînê li vê derê ye di van rojan de Qerejdax, nemza rojên dawiya heftê dibe cihê heşrê,

 

Xelkên Amed, Ruha û Mêrdînê her wisa navçeyên derdor  ku ev çend sal in bi hesreta berfê ne, bi hatina berfa Qerejdaxê bi carekî berî dane Çiyayê Qerejdaxê, yên ku ji bo werzîşa Kaşînê hatin,  yên ku ji bo dîtina berfê , di bin sermayê de kêliyên xweş derbas dikin.

 

Qerejdax di van salên dawî de hêdî hêdî bi werzîşa kaşînê ve jî hevnas dibe,  her çend qada kaşîna Qerejdaxê li gor pîstên werzîşa profesyonel ne guncav be jî gundiyên Qerejdaxê ji vê werzîşê gelek hezkirine û barîna berfê yê vê dawiyê kêfa wan jî zêde kiriye.

 

Serhad Yaşar yek ji wan geştyaran e ku serdana Qerejdaxê kiriye û ji Rûdawê re dibêje: "Em ji bo şemitandinê hatin vê derê Qerejdax ji bo me ciheke pir asan e; ji bo ku gelek nêzî bajêrê me ye."

 

Geştyarê bi navê Eyûp Al jî gt: "Ez werzişa kaşînê dikim, îro niyeta me ew bû ku em herin Tetwanê; lê em vegeriyan vê derê, Qerejdax pir xweş e."

 

Jin, mêr, zarok û herkes li ser berfa Qerejdaxê xwe şemitandin, li vê derê cudahiya temen nema, di bin sermaya ku daketibû bin sifrê de yên ku bi dilê xwe kêfa berfê kirn dema zêde li ber sermayê man xwe avêtin tesîsa xwarin û vexwarinê

 

Mezlûm Ersoy geştyarekî din e ku bo derbaskirina demek xweş bera xwe daye Qerejdaxê. Ew dibêje: "Li vê derê dawiya heftê gelek qelebalix dibe, xwezî sehiltir bûya."

 

Hatîce Yilmaz jî nêrîna xwe li ser devera Qerejdaxê wiha tîne ziman: "Evder pir xweş e; lê tesîsên vê derê têra hewcehiyê nakin"

 

Serar Çaçan geştyareka din dibêje: "Di warê disîplînê de kêmasiya vê derê heye; lê heyf e"

 

Serpîl Gayir jî got: "Ez û hevalên xwe yê dibistanê hatin Qerejdaxê kêf kêfa me ye "

 

Xwediyê tesîsa kaşînê ya Qerejdaxê jî ji qelebalixiya geştyaran yên îsal kêfxweşiya xwe anî ziman,  ji ber ku sala borî ji ber hişkesaliyê berf li Qerejdaxê nebarîbû, sala borî tenê wana 15 rojan karîbûn dergehên tesîsa xwe ji serlêderan re vekin

 

Xwediyê Tesîsa Kaşînê ya Qerejdaxê, Seyîtxan Ondeş ji Rûdawê re da xuyakirin: "Qelebalixiya îsal bi rastî gelek bi dilê me ye, sala borî kes nehat; lê îsal berf zû barî û geştyar hemû xwe li vê derê digirin, salên borî di mehekî de 5 hezar kes serdana vê derê dikirin; lê îsal di rojekî de 5 hezar kes tên vê derê"

 

Qerejdax çiyayeke agirîn (volkanîk) e ku bilindahiya lûtkeya wê 1957 metere ye, herwisa Qerejdax zivistanê cihê geştyariya zivistanê û havînê zozanên koçerên vê herê mê ye.