Li Rihayê banke hat şelandin

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Xelîliyê ya navend a Rihayê dizekî bi çekê gef li karmnedên bankeyekê xwar û beşek pereyê di kaseyê da hilda û revî çû.

 

Kesekî çekdar çû şaxa bankeyekê ya li Kolana Ewlehiyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, dest danî ser demançeya pasevanê bankeyê.


Dizî gef li karmendên bankeyê xwar û beşek pereyê di kaseyê de hilda û peyatî ji bankeyê revî. Herwiha dizî gule berdan polîsên ku ketin pey wî.


Tîmên polîsan ku piştî bûyerê çûne bankeyê li derdorê tevdîrên ewlehiyê hildan û ji bo derdestkirina diz dest bi xebatan kirin.