VÎDEO - Li Colemêrgê guran êrişî keriyekî kir: 65 mih mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê guran êrişî keriyek pez kir û di encamê de 65 mih mirar bûn.

Bûyer li gundê Xurekanê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê rû da.

Li gorî zanyariyan dema şivanê bi navê Aydin Çelîk pezê xwe li zozanê diçerand, revdeyeke guran êrişî wan kir û 65 ser mih mirar kirin.

Çelîk ragihand ku ajeldarî take deriyê wî û malbata wî yê dahatê ye.

Piraniya mihên ku di êrişa guran de mirar bûne avis bûne.