Baroya Wanê ji bo jinan biryareke nû da

Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Wanê ragihand ku karmendên jin ên di banê baroyê de dixebitin dê mehê rojek weke betlaneya reglê bikar bînin.

Baroya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku dema ku em di qada mafên jinan de xebitin, mafên hevalên xwe yên jin li ber çavan digirin û dibêje dê ji bo karmendên jin ên di banê baroyê de dixebitin dê mehê rojek weke betlaneya reglê bê dayîn.

Baroya Wanê dibêje: “Wekheviya zayende ya civakê, dê ligel bidawîkirina polîtîkayên ku taybetmendiyên cewherî yên jinê red dikin û bi qebûlkirina hebûna jinê ji hemû aliyê ve dê bikeve jiyanê.Dema em di qada mafên jinan de têdikoşin, em mafê hevalên xwe yên jin ên di banê baroya me de dixebitin jî dişopînin.”

Baroya Wanê eşkere kir ku bi biryara ku wan di civîna lijneya rêveberiyê ya 6ê Kanûna 2022an de daye, li gor xala 76mîn a qanûna Parêzgeriyê, ji bo wekheviya zayende ya civakî pêk bê, jinên di bin banê baroyê de dixebitin, mehê rojekê dikarin weke betlaneya reglê bikar bînin.

Hema dibêje ku “girîngiya biryarên bi vî rengî di başkirina şert û mercên xebatê yên jinan de heye, lewma  em hêvîdar in ku di hemû saziyên din de ev biryar were dayîn.”