Li Meletiyê 5 kes bi hinceta PKKê hatin destserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê 5 welatî bi hinceta “endamtî û propgandeya rêxistina PKKê” hatin destserkirin.

Li gor zanyariyan roja Çarşemê 7ê Kanûna 2022an, Tîmên Fermandariya Cendermeyan, bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistina PKKê” li parêzgeha Meletiyê dest bi operasyonekê kirin.

Tîmên Cendermeyan di çarçoveya wê operasyonê de, li navçeyên Meletiya Kevin,  Çirmixtî û Fethiye yên parêzgeha Meletiyê avêtin ser çend malan û 5 welatî destserkirin.

Hat ragihandin kesên desterserkirî bo Fermandariya Cendermeyan a Meletiyê hatine birin.