Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa koçberên Serêkaniyê li kampa Waşokanî xerab e, koçber daxwazê ji rêxistinên navdewletî dikin, ku bi hawara wan ve biçin.
Tenê li Tiltemirê 5 Hezar koçberên Serêkaniyê hene, hin ji wan li gundan kon ji xwe re vedane, hin jî di nav malên mirovên xwe de dijîn.
Li gundekî Til Temirê, zarokekî koçber ji dayik dibe, malbata wî biryarê didin, ku navê wî bikin welat, ew jî weke hezkirinekê ji xaka xwe re ye, ku niha di destê gurûpên çekdar de ye.
Aliya Ebdilezîz ji Zirgana Serê Kaniyê ye û temenê wê 39 sal e. Di vî konê ku li çoleke gundewarên Til Temirê ji xwe re vedaye, ew û her heft zarokên xwe dimînin. Ne şevên zivistanê yên dirêj û sar û ne jî sazî û rêxistinên mirovdost rewşa wê û zarokên wê li ber çav digirin.
Aliya Ebdulezîz dibêje, “Em daxwaz ji rêxistinan dikin alîkariya me bikin û vê rewşê çareser bikin. Ez van zarokan dibînim ji ber sermayuê mirine, ne derzî û ne derman hene. Rewşa me hemûyan xerab e.”
Koçberên ku berê xwe dane Til Temirê ji hev belawela û tertûbelav in.
Zêdetirî 5 hezar malbatên koçber ji Serê Kaniyê û gundewarên wê berê xwe dane bajarokê Til Temirê. Beşek ji wan di nav dibistanên bajarok de bicih bûne. Hejmarekê jî ji xwe re kon di nav gundan de vedane.Beşa herî mezin jî di nêzikî 10 gundên Aşûriyan de jî bicih bûne.
Welat ku ji Serê Kaniyê ye, 20 roj ji temenê xwe derbas nekirine, çavên xwe li gundê Til Nesrî yê Aşûriyann li dinyayê vekir. Ew li vir li gel kesûkar û mirovên xwe dijî. Bêtirî 20 malbatên koçber yên Serê Kaniyê li vir dimînin. Halê hazir naxwazin cihê xwe biguher in.
Koçbera bi navê Kînda Mihemed dibêje, “Navê wî welat e me navê wî kir welat ji ber ku em ji welatê xwe dûrketin ,li gundê Aśûriyan çêbû ma ez çawa wî bibim kampê.”
Koçbereke din a bi navê Zehîda Muslim jî diyar dike, “Xwdê û pêxember ji wan razî deriyê xwe ji me re vekirin em li vir sitirîna dibêjin emê we bibin kampê bi rastî em nikarin biçin ji me re zehmet e nexweşên me hene.”
Koçberên ku li dibistanan dimînin û yên di konan de û yên li gundên Aşûriyan jî hemû gazinan ji nebûn û kêmaniya alîkariyan dikin. Encûmena Til Temirê beşek ji kêmasiyên girêdayî belavbûna koçberan li ser zêdeyî cihekî.
Endama Encûmena Til Temir, Senaa Alcasim, “Plana veguhastina wan bo kampê dê baştir be. Da ku alîkarî weke hev werin dabeşkirin. Ji ber ku li her gundekî 10 koçber hene, lê li kampê ew komkirî ne û her tiştê bê dê weke hev bê belavkirin.”
Heta niha jî êrîşên li ser gundewarên Til Temirê bi temamî nehatine rawestandin. Lewma tirs heye ku ev bajarok ne ji xelkê xwe re û ne jî ji koçberan re ne wek devereke ewle û aram be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse