2 kurdên Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin
Hewlêr (Rûdaw) - 2 kurdên Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Selmas û Kirmaşan hatin bidarvekirin.
Serê sibeha îro Çarşemê, li girtîgeha bajarê Selmas ya parêzgeha Ormiyê, cezayê bidarvekirina Elî Çartaq hate cibicîkirin ku berî 5 salan bi tometeke girêdayî madeyên hişber hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Birayê wî ji medyayê re ragihand ku dosyeya Elî Çartaq li beşa pêdaçûna dîwana bilind ya dadweriya Îranê bû û berî biryara dadgehê ew hate bidarvekirin.
Herwiha li girtîgeha Dizilawa ya Kirmaşanê jî, girtiyekî xelkê Kengewera ser bi Kirmaşanê ve bi tometa kuştinê hat bidarvekirin.