Rêveberiya PDK û YNKyê li Hewlêrê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirên bilind ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêra paytext civiyan.

Di rojeva civînê de şerê li Xezeyê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û PDK-YNKyê hene.

Şandeya YNKyê ya bi serokatiya Serokê Giştî yê YNKyê Bafîl Talebanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo hevdîtina bi PDKyê re hatin Pîrmamê.

PDK û YNK piştî 4 mehan civiyan û di civînê de alîkarê serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî amade bûn.

Di şandeya PDKyê de Fazil Mîranî, Hoşyar Zebarî, Cafer Emînkî, Piştîvan Sadik û Mehmûd Mihemed cih girtin.

Herwiha di şandeya YNKyê de jî Îmad Ehmed, Sadî Ehmed Pîre, Şalaw Elî Eskerî, Derbaz Kosret Resûl  cih girtin.

Endamê Komîteya Navendî ya YNKyê Îmad Ehmed ku beriya niha li ser civînê ji Rûdawê re axivîbû.

Ehmed diyar kir ku dê di civînê de pêşhatên li Rojhilata Navîn, şerê li Xezeyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pişka bûdceya Herêma Kurdistanê û mafên darayî û pêwendiyên dualî gotûbêj bikin.