PDK û YNKyê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevbeş da

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li baregaha Polîtburoya PDKê li Pîrmamê ya Hewlêrê civiyan û her du partiyan piştî civînê daxuyaniyeke hevpar da.

Hevdîtina ku rêvebirên bilind ên PDKyê û YNKyê tê de amade bûn zêdeyî 4 saetan berdewam kir.

Di rojeva civînê de şerê li Xezeyê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û PDK-YNKyê hebû.

PDK û YNKyê piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin: “Di hevdîtinê de, rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî û rewşa hestiyar a navçeyê bi giştî hate gotûbêjkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser hevahengî û hevkarî û pêwîstiya komkirina hêz û karîna hemû aliyên siyasî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û danîna stratejiyek hevpar kir.

Hat gotin ku her du alî li ser bihêzkirina xalên hevbeş û çareserkirina kêşeyan di çarçoveya berjewendiyên neteeyê yên Kurdistanê de hevnêrîn bûn.

Her du aliyan herwiha tekezî li ser piştevanîkirina pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo dabînkirina mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî wê daxuyaniya hevbeş biryar hat dayîn ku civînên wan berdewam bikin û ji bo vê yekê jî mekanîzmek hat diyarkirin.

Di şandeya PDKyê de Fazil Mîranî, Hoşyar Zebarî, Cafer Emînkî, Piştîvan Sadik û Mehmûd Mihemed cih girtin.

Herwiha di şandeya YNKyê de jî Îmad Ehmed, Sadî Ehmed Pîre, Şalaw Elî Eskerî, Derbaz Kosret Resûl  cih girtin.