Li Xarpêtê 2 otomobîl li hev qelibîn: Miriyek, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Derengê şeva borî li ser rêya Xarpêt û navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê otomobîla bi şofêrtiya Yusuf M. û otomobîleke din li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêr Yusuf M. canê xwe ji dest da û 3 kesên di otomobîla din de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Li gor agahiyan, tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birîndar veguhestine nexweşxaneyên bajêr.