Bi mûşekan êrişî binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Başîkê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Nahiya Zelkanê, Mihemed Emîn Xerîb ji Rûdawê re ragihand, binkeya leşekrî ya Tirkiyê li Başîkê li parêzgeha Neynewayê (Mûsil) rastî êrişa bi mûşekan hatiye.

Rêveberê Nahiya Zelkanê, Mihemed Emîn Xerîb got, “bi sê mûşekên ji corê Katyuşa êrişî ser binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Başîkê hatiye kirin.”

Hêj nayê zanîn êriş ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn, herwiha derbarê encamên êrişê de jî ti zanyarî nehatine ragihandin.

Tirkiyê hêj derbarê êrişa îşev a bo ser binkeya leşkerî ya Başîkê ti daxuyaniyek nedaye.

Beriya niha jî çend caran êrîşên mûşekî li dijî wê binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê hatine kirin.

Ew binkeya leşkerî ya Tirkiyê di destpêka şerê DAIŞê de li devera Başîkê hatiye damezrandin.