Li Barselonayê 2 trên ji ber şika bombeyê hatin valakirin

Navenda Nûçeyan - Polîsên bajarê Barselona ya Spanyayê 2 trênên li îstasyona sereke ya bajêr ji ber şik û gumana bombeyê vala kirin.


Li gor daxuyaniya rayedarên ewlehiya Spanyayê piştî ku rêwiyên di 2 trênên li îstasyona Sants de Barcelonayê hatin derxistin tîma pûçkirina bombeyan sewqî ciyê bûyerê kirin.


Hat ragihandin ku bombe bi saya amûra X-Rayê di çenteyekê de hate dîtin.


Gorî agahiyên rayedaran, trênên hatin valakirin di xetên bi nimreya 3 û 4an de cî digirin.