Li Dêrazorê gelek bîrên petrolê ketin destê HSDê

Hewlêr (Rûdaw) - Li aliyekî hikûmeta Sûriyê, li aliyê din jî hêzên HSD bi piştgiriya Amerîka, her yek ji wan dixwaze bajêr kontrol bike û petrola wê bixe bin kontrola xwe.

 

Tevî ku hêj bajarê Reqayê ji destê DAIŞê bi teveyî nehatibû kontrolkirin, Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bi riya Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê, Operasyona Bahoza Cizîrê di 9ê Îlonê de ragihand, ku dê rojhilata Dêrezorê ji destê DAIŞê derxin.

 

HSDê ragihand ku, di çarçoveya Operasyona Bahoza Cizîrê de, hêzên wê di nav 50 rojan de, bi dirêjiya 184 û firehiya 45 kîlometreyan, li Dêrezorê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine.

 

Derbarê Operasyona Bahoza Cizîrê li ser DAIŞê li Dêre Zorê, ku bi piştgiriya Amerîka û hêzên hevpeymanan hate destpêkirin, piraniya ajansên navneteweyî ragihandin ku, ji operasyona li ser bajarê Dêrezorê bêhtir ev operasyon li ser zeviyên petrolê ye.

 

Li gor daxuyaniyên farmandarên HSDê û Encûmena Leşkerî ya Dêre Zorê, hemû zeviyên petrolê yên rojhilata Ferat ketin destên hêzên wan, ku ew mezintirîn zeviyên petrolê ne li Sûriyê ne.

 

Mezintirîn zeviyên enerjiya sirûştê û petrolê yên li Sûriyê li Dêrazorê ev in: Zeviya petrolê ya Elumer, zeviya petroka Dero, zeviya gaza sirûştî ya Konîko, zeviya petrolê Elcefre, zeviya petrolê û zeviya petrolê ya Elmilih.

 

Zeviya petrolê ya Elumer meszitirîn zeviya petrolê ye li Sûriyê û di bin kontrola HSDê de ye, rojana 30 hezar bermîl derdixe,têde kargeheke gaza sirûştî û ya elektîrikê heye.

 

Li gorî malperên nêzîkî HSDê, Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê piştî ku gundên Yûnis, Galban, Şiêtat, Elşudeyha ku gelek bîrên petrolê jî lê hene, ji destê çekdarên DAIŞê derxistin, êdî gihişte nêzîkî sînorê Iraqê.