VÎDEO - Cenazeyê pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman gihîşt Çewligê

Amed (Rûdaw) – Piştî ku li Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê leşkerî hat pêşwazîkirin û piştre bo Bakurê Kurdistanê hat birêkirin, îşev termê pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman gihşt cihê ji dayikbûna wî, bajarê Çewligê.

 

Peyamnêrê Rûdawê, Maşallah Dekak ku bo rûmalkirina bi ax spartina termê şehîdê pêşmerge Dr. Silêman, serdana Çewligê (Bîngolê) kiriye, ragihand, şeva duşemî 7ê Mijdara 2016, termê şehîd doktor Silêman (sait Çurukaya) gihîşt gundê Çilkanî yê bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê.

 

Maşallah Dekak got: “Termê şehîd Dr. Silêman ji aliyê welatiyên, xizim, dost û kesûkarên wî ve bi dirûşmên Şehîd Namirin û bi Alayên Kurdistanê û bi rihekî netewî hat pêşwazîkirin.”

 

Peyamnêrê me herwiha got: “Piştre termê pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman birin mizgevta gund û biryar e sibê sêşemî 8ê Mijdara 201 li goristana gundê Çilkanîyê girêdayî bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê û li tenişt gorna du birayên wî bi axê were spartin.”

 

Endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Elî Ewnî ku bi karwana termê pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman re çûye Çewligê, ji gundê Çilkanî yê Bakurê Kurdistanê ve daxuyaniyek da Rûdawê û ragihand: “Em serxweşiyê li hemû gelê Kurdistanê û malbata şehîd Dr. Silêman dikin.”

 

Elî Ewnî herwiha got: “Şehîd Dr. Silêman sembola têkoşîn û berxwedana her 4 parçeyên Kurdistanê ye, li her cihekê ku azadîxwaz lê hebibe, Dr. Silêman jî li wê derê bûye. Dema ku dît li parçeyeke biçûkê Kurdistanê ku di xewna dewletbûnê de ye, Dr. Silêman zû xwe gihand wir da ku alîkariyê bike.”

 

Ewnî berdewamî bi axavtina xwe da û got: “Baştirîn bersiv û rêzgirtin û hurmetgirtin ji bo xwîna şehîd Dr. Silêman, dirêjîdan û berdewamîdan bi rê û rêbaza wî ye.”

 

Dr. Silêman kî bû?

 

Sait Çurukaya yan Dr. Silêman, xelkê Bakurê Kurdistanê bû û xwediyê nasnameya Almanyayê bû û demek zêde bû ku li wî welatî dijiya.

 

Dema ku DAIŞê di sala 2014ê de, êrişî Başûrê Kurdistanê kir, Dr. Silêman dest ji hemû tiştên xwe yên li Almanya û keça xwe ya 18 salî berda û hat Başûrê Kurdistanê û tevli refên Hêza Pêşmerge bû.

 

Çurukaya ku di nav pêşmergeyan de bi Dr. Silêman dihat naskirin, pisporê teqandin û pûçkirina bombe û mayînên DAIŞê bû û ji destpêka şerê li dijî DAIŞê de heta dema şehîdbûna xwe, bi hezaran bombe û mayînên mezin ên DAIŞê pûç kirin û cane hezaran pêşmergeyan parast.

 

Roja 26ê Cotmeha 2016, Dr. Silêman li gundê Tîsxiraba Mezin a Başîkê û di demekê de ku mijûlî pûçkirina bombeyeke DAIŞê bû, bombe pê ve teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bû.

 

Piştî ku bo dermankirinê bo Almanya hat veguhastin, roja 30ê Cotmeha 2016 ji ber giraniya birînan, şehîd ket.