HSDyê bilançoya roja duyemîn a êrişên Tirkiyeyê ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê ragihand ku Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê 7 stasyonên petrolê, 2 stasyonên elektirîkê, stasyoneke avê û 2 nexweşxane bombebaran kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Tirkiyeyê ji 5ê Çiriya Pêşîn ve bi dronan li gundên başûrê Efrînê, Şehba, Minbic, Kobanî, Eyn Îsa, Til Temir, Zirkan, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çil Axa û Dêrikê bi dehan êriş pêk anîne.

Herwiha li gorî daxuyaniya HSDyê yê roja yekem, 15 sivîl û şervanan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûye.

HSDyê îro jî bilançoya roja duyem a êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê:

Tirkiyeyê bi 7 balefirên şer, 14 dronên biçek, 74 çekên giran, çekek doçkayê û sûîkastekî êriş pêk anî.

Di encamê de, 4 xalên hêzên Şamê, 2 nexweşxane, stasyonek avê, 7 stasyonên petrole û 2 stasyonên hilberandin û belavkirina elektirîkê hatin bombebarankirin.