Li Gundikê Meliyê 300 sal in kevneşopiya çûyîna ser goristanê berdewam e
Şirnex (Rûdaw) - Li Gundikê Meliyê yê Şirnexê 300 sal in kevneşopiya çûyîna ser goristana gund dewam dike.
Her sal pêncşema ewil a meha Çiriya Pêşîn tevekê gundî, Şirnexî û Şirnexiyên ji dervayê bajêr ji bo vê kevneşopiyê tên gundê xwe.
Xelk diçe ser qebristanê xwarin çêdikin, qurban serjê dikin, bi girseyî dua dikin û xwarinên xwe li beşdaran belav dikin.
Li gorî gotinên wan, alimê Kurd Mela Dewrêş di salên 1700î de ji Qilebanê hatiye li gundê wan melatî kiriye û li wir wefat kiriye.
Kevneşopî piştî koça dawî ya Mela Dewrêş dest pê kiriye
Piştî wefata Mela Dewrêş her sal vê kevneşopiyê domandine.
Ji aliyekî ev kevneşopî kevneşopiyeke Kurdan e ku bi sedan sal in rojek berî înê şîv tên çêkirin û ji bo xêra miriyan li feqîran tê belavkirin.
Îsal jî bi beşdariyek zêde ya xelkê careke din xelkê Gundikê Meliyê vê kevneşopiya bav û kalan pêk anî.
Li aliyekî jinên Şirnexî bi cîl û bergên Kurdî li ser kuçikan di qûşxaneyan de xwarin dikelînin, li aliyekî din li ser gorên miriyan quran tên xwendin û dua tên kirin.
Li hêleke din xêr û xêrat li zarok û feqîran tên belavkirin li aliyekî din jî bi cemaetî nimêj dikin.
Bi giştî ev liv û tevger di singê Çiyayê Cûdî de li Gundikê Meliyê yê Şirnexê ji kevneşopiyeke 300 salî ye.
Şêniyâ Gundikê Meliyê Senîha Ayazê got “Hingî tê bîra min em tên vir ser miriyên xwe.”
Şêniyâ Gundikê Meliyê Helîme Sîdarê anî ziman, “Ji hemû deran yên me tên qesta mirîyên xwe dikin. Xêra wan didin, wekî ziyafetê didin.”
Şêniyeke Gundikê Meliyê diyar kir “Bûkê min hatine, kurê min hatine, keçe min hatine hemd ji Xweda re. Hemd û sena ji wî re.”
Şêniyâ Gundikê Meliyê Medîne Savaşê wiha axivî, “Me jî dua kir.
Me got Xwedê van miriyan efû bike. Xwedê me bide xatirê van qencan.”
Dîroka vê kevneşopiyê vediger salên 1700î
Destpêka vê kevneşopiyê vedigere salên 1700î. Li gorî tê gotin alim û melayê Kurd Mele Dewrêş ku ehle terîqet Qadiriyan bûye di wan salan de li gundikê mele koça dawî kirîye.
Piştî wefata wî jî vê kevneşopiyê dest pê kiriye ku 300 sal in her pêncşema ewil a meha Çiriya Pêşîn rûniştvanên gund, Şirnexî û Şirnexîyên li bajarên din diçin goristana gund vê kevneşopiyê didomînin.
Mela Izedîn neviyê Mela Dewrêş got, “Mela Dewrêş alimek ehle tesawûfê bûye. Yê terîqetê bûye, hem ders daye, hem tesewûf hem jî ilim.”
Şêniyê Gundikê Meliyê Ehmed Bayran anî ziman, “Wê rojê tên hem mihafaza wê sinca wê dikin, hem jî quranê di ser de dixwînin.
Heya ku dibe nîvro firavîna xwe dixwin. Ew kesên ji der û dorê jî tên wek li hev dicivin jî rojeke pirsiyaran e jî.”
Di nav xelkên deverê de ziyareta Mela Dewrêş wekî Zêwa Mela Dewrêş tê binavkirin.
Di wê rojê de her maleke ku xwarin çêdike an jî qurban serjê dike ji bo rihê mirîyên xwe û rihê Mela Derwêş û wekî şîva miriyan ango xêra miriyan li beşdaran belav dikin.
Şêniyê Gundikê Meliyê Hecî Erener diyar kir “Bi Xwedê em dixwazin ev kevneşopî tu car winda nebe, heta zarok û neviyên me jî berdewam bike.”
Mihemed Heciyê Şirnexî got, “Eva cara yekem e ku ez jî li ser navê Şirnexiyên Zaxoyê qesta vî cîhê pîroz dikim. Ev jî şerefeke mezin e ku em hatin me li vê derê kes û karên xwe dîtin.”
Ev kevneşopiya Gundikê Melî bi hêleke xwe di nav Kurdan de kevneşopiyeke girîng a berbelav bû ku wek gerandina şîva miriyan dihat binav kirin lê di salên dawî de li gelek deverên ku Kurd lê ne kêm bûye.