Li Wanê kesekî astengdar bi zorê hat kelemçekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xortekî astengdar bi hinceta ku “zerer daye otomobîla polîsan” ji aliyê polîsan ve bi zorê hat kelemçekirin û desteserkirin.

Dîmen di nav xelkê Wanê û li ser tora civakî de bû sedema nerazîbûnan.

Herwiha Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got: “Derbarê bûyerê de lêkolînên îdarî û dadî hatine destpêkirin.”

Bûyer doh li Meydana Beşyolê ya Wanê çêbû.

Li gor zanyariyan xortê bi navê M.P. ê 22 salî û astengdar bi hinceta ku “zerer daye otomobîla polîsan” ji aliyê polîsan ve bi zorê hat  kelemçekirin û desteserkirin.

Dîmenên bûyerê ji aliyê hinek welatiyan ve hatine tomarkirin û belavkirin.

Di demeke kurt de ew dîmen li ser torên civakî deng veda û xelkê nerazîbûna xwe li hemberî vê helwleta polîsan a li dijî ciwanê astengdar nîşan da.

Di dîmenan de hinek welatî hişyariyê didin polîsan û dibêjin ew kes astengdar e û nabe wiha danûstandin ligel bê kirin.

Lê polîs guh nadin wan û piştre xortê 22 salî yê astengdar bi zorê li otomobîla xwe siwar kirin û desteser kirin.

Piştî nerazîbûnan Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û îdia kir ku ciwanê navborî destpêkê êrişî polîsan û otomobîla wan kiriye.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê di daxuyaniyê de wiha got:

“Dema tîmên me li Meydana Beşyolê ya Wanê li ser erkê xwe bûn, di vê navê de kesê bi navê M.P. yê ku sala 2001ê ji dayik bûye ku nasnameya wî piştre hatiye zanîn bi şîşeya di destê xwe de êrişî otomobîla polîsan û personelan kiriye.

Tevî hişyariyan ew li ser karê xwe berdewam bûye û zerer daye xwe û derdorê.

Li ser vê yekê ji aliyê tîman ve li otomobîlê hatiye siwarkirin ast bi ast zext hatiye bikaranîn û hatiye kelemçekirin û parastin.

Bêyî ku ew bibin binkeyeke polîsan, rasterast ji bo newxweşxaneyê hatiye birin û pêwendî bi malbata wî re hatiye danîn.

Di lêkolînan de derketiye holê ku kesê navborî ji sedî 75 astengdar e.

Hestyariya pêdivî derbarê mijarê de hatiye nîşandan û karûbarên wî yên çareseriyê hatine temamkirin.

Piştî ku hatiye ser hişê xwe rapora bijîşkî ji wî re hatiye wergirtin. Derbarê bûyerê de lêkolînên îdarî û dadî hatine destpêkirin.

Kesê êrişî personelên me û otomobîla wan kiriye kesê xwedî pêdiviyên taybet an jî personelên me di midaxeleya li hember wî de sînorên zext û guvaşê derbas kirine.”