Li Deşta Mêrdînê dirûna pembo (zêrê spî) dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Deşta Mêrdînê berê bi çandiniya pembo navdar bû û dema ku gûzik vedibûn, weke ku di wê germa havînê de guliyên berfê bariya bin, temamê deştê spî dibû. Piştre di nava salan de, ji ber gelek sedeman li cihê pembo tiştên din hatin çandin lê niha dîsa gelek cotkaran berê xwe daye çandina pembo û li gorî amaran îsal nêzîkî 3 milyon donimên zevî bi pembo hatiye çandin.

Ew pembo bi patozên taybet ên dirûna pembo tê berhevkirin. Cotkarekî pembo dibêje, îsal berhema pembo heta astekê baş e û di salên pêş de wê zêdetir jî bikin. Piştî ku pembo tê berhevkirin, dişînin kargehên taybet ji bo ku dendikên di nav de bêne derxistin. Xwediyê kargehê dibêje, îsal li gorî salên borî ji her donimê, 150 kîlo berhemê zêde hebûye.

Rêveberiya Çandiniya Mêrdînê çaverê dike ku îsal zêdetirî 40 hezar tonên pembo were hilanîn.

Bi gotina xelkê herêmê zêrê sipî, Deşta Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ku 3 milyon donim zevî li xwe digire li herêmê navendeke girîng a berhemanîna pembo ye.

Li navçeyên Qoser, Dêrik, Nisêbîn û Artukluyê ser bi parêzgeha Mêrdînê li zeviyan pembo bi makîneyên dirûnê tê berhevkirin ku ev kar dê nêzîka 40 rojî berdewam be.

Cotkar Ahmet Kiliç got, “Çandina pembo bo zeviyan jî başe. Piştî berhevkirina pembo dema em genim diçînin berhemê me nêzîka ji sedî 30-40 zêde dibe. Zêrê sipî îsal jî dilê me cotkaran xweş kir û emê li ser çandina wê berdewam bin.”

Ev der kargeha jihev cûdakirina dendik û elyafê pemboye, kapasîteya wê 30 hezar ton e û salane nêzîka 15 hezar ton pembo li vê derê tê ji hev tê cûdakirin.

Xwediyê kargehê ku 15 sal in vî karî dike dibêje li gor sala borî serê her donimekî nêzîka 150 kîlo berhem zêde bûye û ew bi vê yekê dilxweşin.

Xwediyê Kargeha Çirçirê Çetin Timuragaoglu anî ziman, “Pemboyê tê vê derê li gor kalîteya wê tê cûdakirin. Di pembo de ji sedî 40 elyaf û ji sedî 55 dendik heye. Em dendikan bo kargehên zeytê û elyafê jî bo kargehên ben dişînin. Ji bo parêzgehên wek Stenbol, Maraş, Denizli û Meletî jî dişînin.”

Li gor amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Mêrdînê sala borî li nêzîka 60 hezar donim erdê de 33 hezar ton pembo hatiye berhevkirin û tê çaverêkirin îsal ev zêdeyî 40 hezar ton be.