Serokê Gişt yê HAK-PARê Latif Epozdemir bi boneya salvegera koça dawî ya Dr. Nûredîn Zaza peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemîr bi boneya salvegera koça dawî ya Serokê Damezrêner ê PDK-Sê Dr. Nûredîn Zaza peyamek belav kir û têde got: “Nûredîn Zaza pêşverû û rewşenkarê doza Kurdistanê bû.”
Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemîr di peyam xwe de dibêje Dr. Nûredî Zaza ti caran ji doza azadiya Kurdistanê dilşkestî û bê hêvî nebûye û xebata rewşenbîrê Kurd bêrawestan berdewam ber bûye.
Latif Epozdemîr diyar kir ku Nûredîn Zaza ji berê de ramankariyek pêşketî bû û got: “Ew zana û xwedî pênûseke bîhêz bu. Ew hostayê çîroka Kurd a nûjen bû. Pênûsa Nûredîn Zaza wek ya Çehov bihêz û karîger e. Bêguman Nûredîn Zaza di dema xwe de, dinav Kurdan de, serwer û pêşrevê siyaseta nûjen bûye. Miletê Kurd bi saya pênûsa pêşrev a Nûredîn Zaza ji aliyê cîhana pêşverû de bi başî hatiyê naskirin. Zaza rûyê spiyê, dîrok û siyaset û edebîyeta Kurd e.”
Peyama Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemîr wiha ye:
“Rewşenbîr û rayedarê Kurd Doktor Nûreddîn Zaza di sala 1919, li Maden a Mêrdînê hatîye dinyayê.
Malbata Nûredîn Zaza, malbatek welatperwer bû. Malbata wî hevkarîya tevgera Şêx Seîd kiribu. Lewra malbat ketibu ber zextên dewleta Tirk û bab û bira hatibun girtin. Nûredîn wê demê zarokek heft sale bû. Pitre derfet nema li Bakurê Kurdistanê bimînin, malbat koçebar bu û xwe avête Binxetê, ango li Qamişlo bicî bu.
Doktor Nûredîn Zaza, piştî ku xwendina xwe kûta kir, çu Başûrê Kurdistanê, lê di sefereke çûyîna Bexdayê de, hate girtin. Piştî ku ji hepsê hate berdan, vê carê jî, berê xwe da Beyrûda Lubnan ê. Doktor Nûredîn zanîngehê li Lubnanê qedand. Doktoraya xwe jî li Siwîsrayê li ser “Zanîyarîyên Civakî” temam kir û di sala 1956’an de doktora wergirt. Di wan şertan de jî, tucaran, têkiliyên wî ji doza azadîya miletê Kurd qût nebû. Di heman demê de Doktor Nûredîn Zaza bi camêrî, karî ku “Komela Xwendevanên Kurd Li Ewropa” ava bike.
Piştî wexta careke dîn vegeriya Sûrîya û piştgirîya xebata damezrandina Partiya Demoqratên Kurd Li Sûriyê kir. Partî ji aliyê Hemîd Derwêş û Hemze Niwêran û Osman Sebrî ve di roja 14ê Hezîrana 1957an de hate damezrandin. Pişti damezrandina PDK li Suriyê Nûredîn Zaza bu endamê vê partiyê. Zaza di sala 1958an de jî, bû serokê PDK-Sê. Şairê Kurd Cegerxwîn jî wê demê bu endamê Partîya Demokrata Kurd li Surîyê.
Nûredîn Zaza, dema ku mercên Sûriya xirap bûn, di sala 1960an de hate girtin. Rayedarê pêşverû û bawermendê Kurd Zaza, di dema dadgehîkirinê de, ji danêrê Ereb re wiha gotibu: “Divê ku hûn zanibin rastiya hebûna miletê Kurd li ser qada xwe, li bakurê Komara Erebî bêgengeşî rastiyek dîrokî ye. Miletê Kurd, ji mêj ve heta niha, bi biraderê xwe yê Ereb re, hevrejîyana xwe bi birayane derbas kirîye. Miletê Kurd, miletekî xwedî ziman û folklor û kevnetorekî taybet e. Miletê Kurd tu carî nebuye meyîldarê têkçûna pêwendiyê dostane yên di navbera Kurd û Ereban de. ”
Lazime ku em bêjin, Dr.Nûreddîn Zaza, miroveke pêşketî, şorişger û cepgir bu. Zaza digel Cigerxwîn, dixwestin di partiyê de, xeteke çepgir ango Marksist ava bikin. Lewra ev xasyetên wî bû sedem ku di navbera wî û piranîya hevalên wî de nakokî derkeve. Paşî Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê, biryar da bi sedem fikrên wî yên çepgir Nûredîn Zaza ji partiyê dûr xist. Hemîdê Rehmet lê be avakarê Partiya Demokrata Kurd li Suriyê , Evdilhemîdê Hacî Derwêş, derheqê vê yekê de wiha dibêje: “Komîta navendî biryarek hişk di derheqê Dr.Nûredîn de sitand û ew ji partîyê dûr xistin. Di nav gel de ji bereleyhê wî gelek tişt hatin gotin. Lewre ye ku bi wê yekê mirovekî welatperwer tune kirin. Eger na, wê Doktor Nûredîn, hê gelek xizmet ji partiya me û tevgera Kurdî re kiri bîya. Ew biryara naheq a ku wê rojê hate dayîn, bû sedema sereke a ku Dr.Nûreddîn Zaza, ji Sûriya derkeve.”
Li dawîyê, bi sedem hizir û ramanên xweyên pêşverû Nûredîn Zaza û Cigerxwin di sala 1963an da bi biryara komîta navendî a PDK-S, ji partîyê, hatin dûrxistin. Bêsiûdîya here mezin ew bû ku Nuredîn Zaza sedem hizir û fikrên xweyên şênî, hatîye tawanbarkirin û li dawîyê, ji rêxistina xwe hatîye biderxistin. Ev yek tesîreke gelek mezin li ser Nureddn Zaza kiribe jî, ew tu caran ji doza azadîya Kurdistanê dilşikestî û bê hêvî nebuye.
Xebat û lebata rewşenbirê Kurd bêrawestan dewam kirîye. Dr, Nûredîn, di sala 1967an da, careke din, vedigere Tirkiyê û di sala 1970an de jî, diçe Swîsreyê. Doktor jiyana xwe li wir diborîne û piştî 18 salan, ango di roja 7ê Cotmeha 1988an de jiyana xwe li vir, ji dest dide.
Helbet xebatên Nûredîn Zaza ne tenê di warê siyasî de bûn. Her wiha ew li Sûriyê bi mîrê rewşenbîrîya Kurd Celadet Bedirxan re hevnas dibe, û pêre di kovara Hawarê de dest bi nivîsandina kurteçîrokan dike.
Doktor Zaza, berhema giring a bi navê Memê Alan bi tîpên latînî çap dike. Şivanê Kurd a Erebê Şemo werdigerîne tipên latîni. Herwiha di sala 1982an de, kitêbek bi navê Bangek Ji Bo Milletê Kurd çap dike.
Ronakbîr, rayedar û niviskarê Kurd Nûredîn Zaza di dema xwe de, di gelek rojname û kovaran de, li ser çand û hûner û rewşa civakî a miletê Kurd nivîsarên balkêş weşandîye. Nûredîn Zaza, bi navê “Şerê Azadî, Memê Alan, Keskesır, Bangek Ji Bo Milletê Kurd çar kitêb nivsandîye.
Cegerxwin li ser kesayet û bîr û raya Dr. Nûredîn Zaza wiha gotîye: “Di çavê wî de , em hemu, yanî temamê miletê Kurd bi carek paşdemahî ne. Wî, dixwest me tevan ji kêmasiyên civakî, rêzanî û danûstandinê, di rojekê de biparêze, miletekî bajarvan, şahitse û pêşketî bi rengê, Swîsre ji me Kurdan jî peyda bibe. Her tim şîret dikir û digot: “Weha bixwin û vexwin, weha rabin-rûnin, wilo rûnin, weha bikin yan nekin.”
Yanî bi kurtasî, em dikarin bêjin ku bawerîya Doktor Nûredîn, ji berê de ramankarîyek pêşketî bû. Li gor Nûredîn Zaza, filozofê Kurd Ehmedê Xanî beriya Marx û Engels bûye haydarê diyalektîkê.
Zana xwedî pênûseke bîhêz bu. Ew hostayê çîroka Kurd a nûjen û nûdem e. Pênûsa Nûredîn Zaza wek ya Çehov bihêz û karîger e.
Bêguman Nûredîn Zaza di dema xwe de, dinav Kurdan de, serwer û pêşrevê siyaseta nûjen buye. Miletê Kurd bi saya pênûsa pêşrev a Nûredîn Zaza ji alîyê cîhana pêşverû de bi başî hatiyê naskirin.
Zaza rûyê spiyê, dîrok û siyaset û edebîyeta Kurd e.
Yad be 32 saliya wefata Doktor Nûredîn Zaza. Nûredîn Zaza nayê jibîr kirin.
Partîya Maf û Azadîyan HAK-PAR rewşenbîr û rayedarê pêşverûyê Kurd Nûredîn Zaza bi rêz û hurmet bibîr tîne.”
Latif Epozdemir
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadyan
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse