Xarpêt - Gule li çayxaneyê reşandin: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan de 2 kes birîndar bûn.

Li taxa Dogukentê ya Xarpêtê ji ber sedemeke ne diyar hinek kesan gule çayxaneyekê reşandin.

Di dema êrişê de 2 kesên ku li çayxaneyê rûdiniştin birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Herwiha xebatên polîsan ên ji bo girtina êrişkaran berdewam in.