Ava Gola Wanê ji hespên birîndar re bûye derman

Hewlêr (Rûdaw) – Hespên birîndar li Gola Wanê tên şuştin

Klûpên werzişê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi armanca dermankirinê hespên xwe yên birîndar dibin Gola Wanê.

Ew li wir hespên birîndar bi soda û xwêyê dişon.

Rahênerê hespan Ozkan Bayraktar li ser dermankirina wan got:

“Di warê zanistî de ji bo me derketiye ku ava şor a Gola Wanê çareseriya herî baş e ji bo hespên me yên birîndar û westiyayî.

Destpêkê em avjeniyê bi wan didin kirin, dişon û piştre di nav avê de rahênanê dikin.

Berê me ev yek ceribandiye û ji bo me derket ku rewşa wan baştir bûye.

Di pêşbirkan de gelekî baş bûn, her wiha di pêşbirkeyên dijwar de jî yekem bûn.”

Gola Wanê dikeve navbera parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê û gola herî mezi a Kurdistanê û gola herî mezin bi sodayê ya cîhanê ye.

Rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre çargoşe ye.

Rêjeya xwê û sodayê di ava wê de bilind e.

"Cihê mayîna hespan heye"

Rahênerê hespan Serkan Bayraktar jî anî ziman:

“Hespên birîndar ji me re dişînin û em jî li vê derê di nava ava şor a Gola Wanê de wan tedawî dikin.

Li vir cihê mayîna hespên me heye, destpêkê em çareseriya veterînerî ji bo wan dikin.

Piştre di nava avê de rahênanê bi wan didin kirin û bi tenduristiyeke baştir vedigerînin navendên rahênanê.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 181 klûpên hespsiwariyê hene ku 31 hezar hespên wan hene.