Li Şirnexê pevçûna çekdarî: Kuştiyek, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê di pevçûneke çekdarî de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser rîya navçeya Hezexê ya Şirnexê û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şeva din 2 malbatên xizm û berê di navbera wan de neyartî hebû rastî hev hatin.

Nîqaş di navbera malbatan de derket û piştre ew nîqaş veguherî pevçûna çekdarî.

Di pevçûnê de M.O (33) yê ku bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê tevî hemî midaxeleyan mir.

Xizmên M.O yên ku bûyer bihîstîn bi çekan bi ser xizmên xwe yên li gundê Girxaşê yê navçeya Cizîrê de girt.

Di êrişê de N.O (38) û T.O (35) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dr. Selahattin Cizrelîoglu ya li Cizîrê.

Ji ber bûyerê M.O, H.O. û T.O. hatin desteserkirin.