Li Dîlokê kesekî karmendekî tenduristiyê kêr kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê kesekî karmendekî tenduristiyê li nexweşxaneyê da ber kêrê û birîndar kir.

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi kêrê karmendê tenduristuyê Mistefa Yildiz birîndar kir.

Li gor zanyariyan kesekî bi navê O.F ku berê jî di navbera wî û karmendê tenduristiyê Mistefa Yildiz de alozî hebû çû nexweşxaneyê û bi kêrê êrişî Yildiz kir.

Yildiz bi derbên kêrê ji zik û serê xwe birîndar bû û di heman nexweşxaneyê de ji aliyê hevkarên xwe ve birînên wî hatin pêçandin.

Hat ragihandin ku rewşa Mistefa Yildiz baş e û kesê êrîşkar jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Pizîşk û karmendên tenduristiyê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek caran li ser karê xwe rastî êrişî nexweşan û xizmên wan tên.

Wan heta niha çend caran li ser vê mijarê xwepêşandan jî kirine û ji Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê xwestine ku ji bo rûbirûbûna tûndûtûjiya li hemberî bijîşkan yasayeke taybet bê derxistin.