4 kîlo zêr û 2 milyon lîre bi bûk û zavê ve kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li otêlek taybet ya Enqerê mêvanên ku beşdarî dawetê bûn 4 kîlo zêr 2 milyon lîre bi bûk û zavê ve kirin. Hezar û 500 mêvan beşdarî daweta Eşîra Ertoşiyan bûn.

Merasima daweta endamên Eşîra Ertoşî ya Wanê Emîn Bayram û Merve Kaya, li oteleke taybet a Enqerê hat lidarxistin.

Aliyê zavê bi konvoyeke 100 wesayîtî çûn otêla ku merasima dawetê lê hatibû kirin. Hezar û 500 kes beşdarî dawetê bûn.

Piştî muzîk, xwarin û govendê, merasima zêr û zînet a bûk û zavê destpê kir.

Di merasima zêr û zînetê de, mêvanan yek û yek pere û zêr bi bûk û zavê ve kirin. Ji ber tedbîrên koronayê ji bo pere û zêran sindoq hat danîn û li gel vê gelek zêr bi bûkê ve kirin.

Di dawiya merasimê de beşdaran 2 milyon lîre bi Emîn Bayram ê kurê yek ji giregirên Eşîra Ertoşiyan Hamît Bayram ve kirin û 4 kîlo zêr jî bi bûkê ve kirin.