Tirkmenên Hewlêrê li ser encamdana hilbijartinên Kurdistanê çi difikirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya bangeşeya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê hîn dest pê nekiribe jî Cîgira Serokê Partiya Çaksazî yaTirkman Muna Qehweçî ji niha ve pê bawer e ku  hilbijartin  dê di dema plankirî de were kirin.

 

Cîgira Serokê Partiya Çaksazî yaTirkman Muna Qehweçî ji 5 endamên parlementrên Tirkman yên Parlementoya Kurdistanê yek e ku dibêje ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê divê hilbijartin demildest were kirin.

 

Mûna Qehweçî ji Rûdawê re diyar kir: “Em weke Tirkmen, me amadebûna xwe temam kiriye û em li bendê ne ku bangeşeya hilbijartinan dest pê bike, em jî bi şiyana xwe beşdarî bangeşeya hilbijartinan dibin weke Partiya Çaksazî ya Tirkman.”

 

Di sala 2013 an de ji aliyê Wezareta Rewşenbirî ya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkmenên Herêmê navendekî bi navê  Mala Tirkmenan hat avakirin. Tirkmenên Hewlêrê di hefteyê de 6 rojan li vê derê kursên zimanên wek Tirkî, Erebî û Îngilîzî herwiha muzîk û xebatên sosyal dibînin, Rêveberê Mala Tirkmenan Mistefa Dilşad Cebraîl jî wek rûsipiyekî Tirkmenên Hewlêrê amaje bi we yekê dike ku Tirkmen ji bo hilbijartinên dawiya vê mehê amade ne.

 

 

Mistefa Dilşad Cebraîl ji Rûdawê eşkere kir: “Em weke Tirkmen û weke xelk, daxwaza wê yekê dikin ku di demeke herî nêz de hilbijartin werin encamdan, daku em ber bi pêş ve gav biavêjin û pirsgirêkên xelkê çareser bikin, pirsgirêka avê, pirsgirêka elektrîkê, pirsgirêkên ku hene.”

 

Li gor amarên ne fermî li bajarê Hewlerê ji 100 hezaran zêdetir Tirkmen dijîn û li Herêma Kurdistanê 11 partiyên siyasî yên bi navê Tirkmenan hene, Tirkmen wek hemû pêkhateyên Kurdistanê  xwediyê mafên temsîl, perwerde û zimanê xwe ne.

 

Li bajarê  Hewlêrê 13 dibistan, televizyonek û 6 radyoyên Tirkmenan hene, lê ji ber rewşa darayî 4 radyoyên wan niha weşanên xwe rawestandine. Di hilbijartinan  de nêzî 20 hezar dengdêrên Tirkmen hene, lê beşek mezin dengdêrên Tirkmenan her di hilbijartinên borî de dengên xwe didine partiyên Kurdan.

 

Li nav bazara qeyserî çayxaneya Qerdaran ku piraniya rûniştvanên wê Tirkmenên Hewlêrî ne, rojev hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê ye.

 

Welatiyekî Tirkmen ê bi navê Zeydan Kasapoglu dibêje: “Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de werin kirin, ji ber ku xelk ji bow ê rojê amade bûne, daku hilbijartin werin kirin û bizanin çarenûsa wan çi dibe, naxwazin were paşxistin, piştî çend mehan dîsa li bendê bin ku gelo dê bibe yan nebe.”

 

Her çend di derbareyê dîroka hilbijartinan de dengû ramanên cuda hebin jî, çi bi aliyên xwe yên siyasî çi jî bi xelk, Tirkmenên Hewlêrê ji niha ve dawet û dîlana hilbijartinan danîne.