Li Bîcarê ger bendava Talwarê tijî bibe gellek cihên dîrokî dikevin binê avê

Sine (Rûdaw) – Qayimeqamê bajarê Bîcarê yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, eger bendava Talwarê tijî av bibe dê gellek cihên kevnar ên bajêr bikevin binê avê û wiha got: “Lê mixabin rayedarên parêzgehê li hember vê yekê xemsar in.”

Li Rojhilatê Kurdistanê jî mîna Bakurê Kurdistanê, dewlet bi çêkirina bendavan cihên kevn û dîrokî yên Kurdistanê ji nav dibe.

Qayimeqamê Bîcarê Bîjen Zendiye di civîna Encumena Pilandanînê ya parêzgehê de behsa bendava Talwarê kir û got, eger bendava Talwarê tijî av bibe dê gellek cihên kevar û dîrokî bikevin binê avê.

Bîjen Zendiye her wiha anî ziman ku “tevşo”yê çêkirina bendavê li laşê nasnameya kulturî û mîrata dîrokî ya gelekî hatiye lêdan û ji rayedaran xwest, bi vê arîşeyê re eleqedar bibin.

Li gorî qayimeqamê Bîcarê, kirîza avê ev çend sal in li parêzgehê bi taybet li deverên rojhilata parêzgehê heye lê heta niha ti kes di hizra çareserkirina wê kirîzê de nebûye.

Bendava Talwarê li bajarê Bîcarê û nêzîkî sînorên parêzgehên Zencan û Hemendanê yên Îranê hatiye çêkirin. Bendav di nav 10 salan de hatiye çêkirin û par qonaxa tijîkirina wê dest pê kiriye.

Li gorî rayedarê û pisporên cihên dîrokî û kevnar, dema gola bendava Talwarê tijî bibe herî kêm 18 cih û deverên dîrokî yên bajêr dikevin binê avê.

Piraniya cihên kevnar û dîrokî yên Bîcarê vedigerin dema Împaratoriya Sasanî û beriya îslamî. Herî zêde jî perestgehên zerdeştiyan li wir tê dîtin.

Bendeva Tawlarê 88 metreyan bilind e, 529 metreyan dirêj e û dîwarê wê jî 12 metreyan istûr e. rûbera wê 6441 km2 û dikare nîv milyar metre çargoşe av di nav xwe de bigire.