Ji ber wêneyê Ocalan lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serêkaniyê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê wêneyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi ser dîwarê goristanê de daleqandin.

Parêzgariya Rihayê ragihand, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li navçeya Serêkaniyê hinek kesên ku nehat zanîn kî ne, bi armanca balê bikşînin ser “tecrîda Ocalan” wêneyê wî bi ser dîwarê goristanê de daleqandin.

Wêneyê Ocalan piştî demekê hat rakirin.

Parêzgariya Rihayê ragihand ku derbarê daleqandina posterê Ocalan lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê poster piştre ji aliyê heman kesan ve hatiye rakirin lê hêzên ewlehiyê ji bo tesbîtkirina nasnameya kesên ew wêne daleqandine dest bi xebatê kiriye.

Li ser posterê ku bi navê "Meclîsa Ciwanên DEMê ya Serêkaniyê" hatiye daleqandin "Bijî Serok Apo, tecrîd tawan e û 1230 roj in berdewam dike" hatiye nivîsandin.