Dîsa kolberekî Kurd bi destên hêzên Îranê hate kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê bajarê Serdeştê yê Rojhelatê Kurdistanê otombîleke hêzên ewlehiyê yên Îranê li kolberekî Kurd da, wî kolberî canê xwe ji dest da.

Otomobîla hêzên ewlehiyê yên Îranê, li ser rêya têketina bajarê Baneyê li kolberekî Kurd xist. 

Kolberê bi navê Resûl Gageşî birîndar bûye û dema wî dibin nexweşxaneyê di rê decanê xwe ji dest daye. 

Termê wî kolberî niha li Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbiyê ya bajarê Baneyê ye.

"Bi zanebûn e"

Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan ragihand ku "Hêzên Îranê bi zanebûn otomobîla xwe bi ser Resûl Gageşî de ajotiye".

Li gorî zaniyariyên xwecihî, Resûl Gageşî 40 salî bûye û 5 zarokên wî hebûn, herwiha xelkê Gundê Kanî Zerdê yê Serdeştê ye.

Pêncşema borî jî du kolber bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûbûn. 

Yek ji wan kolberan li bajarê Baneyê, yê din jî bajarê Newsûdê yê Kirmaşanê birîndar bûbû.

Beriya wê jî, roja şemiyê li sînorê bajarê Newsûdê 2 kolber birîndar bûbûn.

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de 11 kolberan bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest daye û 50 kolber jî birîndar bûne.