Li Semsûrê otomobîlek wergeriya: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Otomobîla bi plaqeya 46 NK 092 ya Haci Mustafa Arpasatan diajot, li nêzîkî Xaçerêya Sîteya Biçûk a Pîşesaziyê ji kontrolê derket û wergeriya.

Şofêr û 4 kesên din ên di otomobîlê de birîndar bûn.

Her 5 birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.