Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji ber koça dawî ya kesayetê olî yê navdar li Soranê Hacî Mihemedê Elî Mihemed, sersaxî ji Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed xwest.

Bavê Rêvebirê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, Hacî Mihemedê Elî Mihemed duh Şemiyê 6ê Tebaxa 2022yan di 92 saliya xwe de koça dawî kir û îro yekem roja taziya wî li Soran li mizgefta Ebubekir Sidiq tê danîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyamekê de ji bo wefata bavê wî sersaxî ji Ako Mihemed re xwest û  hevxemiya xwe bo wefata Hacî Mihemed Elî Mihemed diyar kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha dibêje: “Me koca dawî ya Hacî Mihemed Elî Mihemed bavê we yê hêja bihîst û bi vê boneyê ez ser saxiyê ji we re dixwazimû hevparê xema we me. Bila Xwedayê mezin bi canê wî bi biheştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata we ya hêja.”