Operasyona li Êlihê berdewam dike: Gundî li mizgeftê hatin komkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Operasyona artêşa Tirkiyeyê ya li Êliha Bakurê Kurdistanê didome, leşkeran bi ser gundê Bilexşê de girtiye û gundî li mizgeftê kom kirine.
18ê Hezîranê li navçeya Heskîfê li Çiyayê Mava operasyoneke leşkerî dest pê kiribû.
Operasyon piştre ber bi navçeya Kercosê jî belav bûbû û şer û pevçûnan rû dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) leşkeran doh bi ser gundê Bilexşê yê Kercosê de girtiye.
Hat diyarkirin li gund 7 kes bi lêdanê hatine desteserkirin û leşker bi ser malan de digirin.
MAyê da zanîn ku leşkeran li gundiyan xistiye û şêniyên gund li mizgeftê hatine komkirin.
Di çarçoveya heman operasyonê de, li navenda Êlihê jî hevjînên bi navên Abdûlcelîl Gîtmez û Yuksel Gîtmez hatine desteserkirin.