Beriya dawetê pevçûn: Zava birîndar e

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê zava şeva beriya daweta xwe hat birîndarkirin.

Li Taxa Kurtuluşê şeva beriya dawetê ji bo zavê şahiyek hat kirin lê piştî şahiya nîqaşek çêbû.

Piştî ku nîqaş gur bû pevçûnekê rû da û zava bi çekê hat birîndarkirin.

Tîmên tenduristiyê zavayê bi navê M. B. rakir Nexweşxaneyê Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê.

Kesê bi navê M.G. yê ku zava birîndar kiriye hat desteserkirin.

Polîsan li cihê pevçûnê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û li ser bûyerê lêpirsîn tê kirin.