HPG: 2 gerîlayên me bi birîndarî hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - HPGê ragihand ku di 22ê Hezîranê de li navçeya Elkê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 2 gerîlayên wan ên ku bi giranî birîndar bûbûn hatine girtin.
Baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihand ku li herêma Sixurpaşa ya navçeya Elkê ya Şirnexê 2 gerîlayên HPG hatine girtin.
Herwiha HPGê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku di bombebarana artêşa Tirkiyê 21 Hezîranê de 2 gerîlayên HPGê giran birîndar bûne û piştre hatine girtin.
Li gorî daxuyaniyê gerilayên HPGê Murat Yalçin ê bi nasnavê “Elîşêr” û Bişar Bahadir ê bi nasnavê “Maaz” bi birîndarî hatine girtin.
Lialiyê din ve di 22ê Hezîranê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser Twîtterê parve kiribû ku li bejahiya Elkê operasyonek hatiye lidarxistin.
Wezareta Navxwe Tirkiyeyê jî li ser malpera xwe ya fermî li ser operasyonê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon ji aliyê Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan a Şirnexê ve bi îstîxbarata Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Wanê hatiye lidarxistin.