Li Mereşê agir bi kêlgehekê ket: 60 hezar mirîşk telef bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazarcixa Nûh a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ve, agir bi kêlgeheke mirîşkan ket û di encam de 60 hezar mirîşk ji nav çûn.

Li gundê Tabya yê Bazarcixa Nûh, ji ber sedemeke ne diyar agir bi kêlgeheke mirîşkan ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Agir ji aliyê tîmên tendirustiyê ve hat vemirandin

Di encam de 60 hezar mirîşk û bi hezaran hêk jinav çûn. Herwiha li kêlgehê zerareke mezin a madî jî çê bû.