Tevgera Goranê berbijêrên xwe yên bo hikûmetê aşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goranê navê berbijêrên xwe yên ji bo çend wezaretên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir.
Li gor agahiyên Rûdawê, Tevgera Goranê Mistefa Seyid Qadir ji bo posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Celal Cewher ji bo posta Cîfirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê bo Karûbarên Reformê diyar kirine.
Tevgera Goranê herwiha her yek ji Awat Şêx Cenab bo posta Wezîrareta Darayî û Aborî, Dana Ebdulkerîm bo Wezîrareta Avedankirin û Nîştecihkirinê, Kemal Selîm ji bo Wezîrareta Bazirganî û Pîşesazî û Kuyêstan Mihemed ji bo Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, destnîşan kiriye.
Duh Şemiyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî biryar li ser navên berbijêrên xwe yên bo postên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû.
Biryardana li ser navên berbijêrên ji bo postên wezaretan û postên din ên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di demekê de ye ku tenê 5 roj derfet li pêşiya serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî mane, ku pêkhateya kabîneya xwe pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê bike.
Roja 11ê Hezîrana 2019an, Parlamentoya Kurdistanê bi dengên 97 parlamenteran bi fermî erkê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî.
Piştre roja 12ê Hezîranê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmekê de bi amadebûna Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd û Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê dadwer Bengîn Qasim Mihemed, Mesrûr Barzanî erkdar kiribû ku di nava 30 rojan de kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne.