Masiyên kefal vedigerin nav Gola Wanê

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran masiyên kefalên ku di dema xerzdanînê de koçî avên şirîn dikin, dîsa vedigerin nav Gola Wanê.

 

Masiyên kefalên ku di Gola Wanê de dijîn, ji bo ku li hev zêde bibin di meha nîsanê de berê xwe didin avên şirîn ku xerzê xwe lê daynin. 

 

Masî nêzî 3 mehan e berevajiyê avê xwe fir didin û ser kevirên nav çeman re xwe avêtin û xerzê xwe danîn.

 

Bi saya tevdîra ku hêzên ewlehiyê hildan, masiyên kefal di dema xwerzdanînê de baş hatin parastin. 

 

Ji bo dema xwerzdanîna masiyan qedexeya girtina wan di 15ê nîsanê de dest pê kir û ew heyam dê 15ê Tîrmehê berdewam be. Masîgirên Wanî jî dê piştî 15ê Tîrmehê êdî dest bi girtina masiyan bikin.

 

Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berên Avê li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akku got ku 14 hezar mirovên herêmê bi masiyên kefal ên Behra Wanê debara xwe dikin.

 

Akkuş wiha axivî: "Masiyan piştî ku xerzê xwe danîn, niha vegera wan dest pê kir. Masiyek derdora 10 hezar, herî zêde 16 hezar xerz datîne. Vê gavê binê avên şirîn tijî xerzên masiyan e. Divê em di vê demê de dest nedin avên çema da ku zirarê nedin xerzan."