Dadgehê 10 sal ceza da Hevserokê Şaredariya Sêrtê

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Cezayê Giran, bi hinceta ku “êndamê rêxistinê” ye û ku “propagandaya rêxistinê kiriye”, 10 sal û 15 roj ceza da Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan.

 

Hevserokê Şaredariya Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê Tuncer Bakirhan 30ê Adara 2014ê bûbû şaredar, lê 16ê Mijdara 2016ê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat girtin.

 

Herwiha hikûmetê 17ê Mijdarê jî qeyûm danî ser şaredariya Sêrtê ku ev şaredarî di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû.

 

Doza Bakirhan roja Înê (06.07.2018) li Dadgeha Cezayê Giran a 2an hat dîtin.  Bakirhan ji Girtîgeha Boluyê ya Tîpa F bi rêya SEGBÎSê tevlî rûniştinê bû.

 

Parêzerên Bakirhan diyar kirin ku girtina miwekîlê wan ne hiqûqî ye û daxwaza berdana wî kirin, lê dadgehê bi hinceta ku “endamê rêxistinê” ye 8 sal û 9 meh û bi hinceta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh û 15 roj ceza dan Tuncer Bakirhan.