DIHOK - Di navbera PKK û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend gundên qezaya Amêdiyê ya Dihokê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şerekî dijwar rû da.

Artêşa Tirkiyeyê îro dane sibehê bi top û balafiran Çiyayê Metînayê bi dijwarî bombebaran kir.

Di encama bombebaranê agir bi herêmê ketiye.

Niştecihê gundê Belaveyê Fayeq Belaveyî li ser bombebarabê ji Rûdawê re axivî û got:

“Doh bi şev gerîlayên PKKyê li Sora Sigêrê êrişî çend xalên artêşa Tirkiyeyê kir.

Dengê şer li gundên Sigêrê, Belave Berçî û sergeliyê hatiye bihîstin.”

Herwiha Fayeq Belaveyî da zanîn ku artêşa Tirkiyeyê îro sibehe li Çiyayê Metinayê dest bi topbaran û bombebaranê kiriye û agir bi herêmê ketiye.

Ji PKK û artêşa Tirkiyeyê daxuyanî

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKyê daxuyaniyek belav kir.

HPGyê di daxuyaniyê de ragihand ku wan 6ê Hezîran saet derdora 19:40î  li Çiyayê Metînayê bi ser du xalên artêşa Tirkiyeyê de girtiye.

HPGyê diyar kir ku di wan êrişan de 6 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin. 

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê êrişa PKKyê piştrast nekir û îdia kir ku li herêma “Operasyona Pençe Kilîdê 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.