DÊRSIM – Pezê xwe biribû çêriyê: Termê wî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qisleyê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê termê şivanê wenda hat dîtin.

Ergun Yildiz doh li gundê Gerişê ji bo pezê xwe bibe çêriyê ji malê derket lê venegeriya.

Hêzên ewlehiyê û tîmên parastinê yên sivîl ji doh ve li Ergun Yildiz digeriyan.

Tîman îro li daristana derdora gund termê Ergun Yildiz dît.

Tê texmînkirin ku hirçê êrişî Ergun Yildiz kiribe û ew kuştibe.