Asayîşa Hewlêrê: Zîrek Elî ji ber celteya dil canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê li ser mirina welatiyê bi navê Zîrek Elî di daxuyaniyekê de ragihand ku “Li gorî rapora tiba edlî, di laşê wî de ti şopa lêdan û îşkenceyê tunebû û ji ber celteya dil canê xwe ji dest da.”

Polîsê Hewlêrê îro Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, ew welatî roja 5ê Hezîrana 2023an ku xelkê taxa Sêtaqanê bûye, “êrîşî kompanyayekê kiriye û hewl daye bi zorê ji kompanyayê pereyan bistîne ji ber wê me xwest ku serdana me bike.”

Li gorî daxuyaniyê, ev welatiyê navborî li yek ji navendên polîs ên bajêr amade bû û anî ziman, “Bêyî ku tundûtûjiyê bikar bînin lêpirsîna wî hatiye kirin û li gor lêkolîna destpêkê li rêveberiya asayîşa bajêr tenduristiya wî xirab bû û yekser ji bo nexweşxaneyê hat şandin lê canê xwe ji dest da û malbata wî jî ji bûyerê hat agahdarkirin.”

Piştî ku canê xwe ji dest da cenazeyê Zîrek Elî ji bo pizîşkiya dadwerî ya Hewlêrê hat şandin. Asayîşa Hewlêrê got, “Tîmeke pizîşkî ya dadwerî ya Silêmaniyê ji bo beşdariya lêkolîn û sedema mirina wî hat. Li gorî rapora edlî hat diyarkirin ku welatî Zîrek Elî ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye û di laşê wî de tu şopa lêdan û îşkenceyê tune ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew weke Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê amade ne ku alîkariya malbata kesê ku miriye û her alî û rêxistinên civaka sivîl bikin, eger ew bixwazin beşdarî lêkolînên derbarê çawaniya mirina wî de bibin û got, “Lê mixabin çend kanal û aliyên ragihandinê dixwazin dosyeya mirina vî welatiyî ji bo armancên xwe bikar bînin û tohmetên bêbingeh û nerast diweşînin, bêyî ku rastiya bûyeran bizanin.”

Asayîşa Hewlêrê bang li aliyên siyasî kir û anî ziman, “Divê ji bo berjewendiyên teng ti agahiyên derew belav nekin û pêşî li pêvajoya lêpirsînê negirin, daxwazên xwe bi rêya dadgehê pêşkêş bikin û endamên xwe yên ku karên neqanûnî dikin neparêzin. Em wek erkê xwe dibînin ku wan aliyan bidine dadgehê.”

Berpirsê Navenda giştî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê Mecîd Mihemed Emîn di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, “Zirek Elî Mihemed ê 40 salî ku endamê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ye û kurê şehîdekî ye, duh piştî nîvro ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li dukana xwe ya Sêtaqanê hatiye desteserkirin û 4 demjimêran piştî wê malbat agahdar kirine ku cenazeyê wî ji nexweşxaneyê werbigirin.”

Mecîd Mihemed Emîn di daxuyaniya xwe de got, “Em ji Encûmena Dadwerî, Dozgeriya Giştî û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ku berpirsatiya medenî û exlaqî ye ji bo eşkerekirina sedema mirina Zîrek Elî û sedema girtina daxuyaniyekê bidin.”

Birayê Zîrek, Zana Elî jî ji Rûdawê re ragihand, “Zîrek li sûka Seydaweyê çayxaneyek wî hebû, piştî demjimêr 00:00an ew birin navenda polîsê Seydaweyê, xizmekî telefonî me kir û got, Zîrek bi şev bi çend kesan re gengeşe kiriye, ew birine asayîşa Hewlêrê.”