Li Urmiyê pevçûna çekdarî: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva biborî li cadeya Azadigan-Rûdekî ya bajarê Urmiyê di navbera du grûpan de şer derket û di şer de teqe hat kirin. Berpirsên Urmiyê ragihandine, têkildarî bûyerê 6 kes hatine desteserkirin û dest bi ser du otomobîlan û Klaşînkofekê de jî hatiye girtin.

Li gor agahiyan, derdora saet 20:00 şeva bihorî pevçûneke çekdarî li cadeya Azadigan-Rûdekî ya bajarê Urmiyê çê bûye û kesên di du otomobîlan de bi hev re şer kirine. Di wê navberê de rêwiyên otomobîla Peugeot di pevçûnê de çek derxistine û teqe li kesên di otomobîla ji corê Prado de kirine.

Li gor zanyariyan û herwiha li gor dîmenên ku li ser medyayên civakî hatine belavkirin, di bûyerê de çend kes birîndar bûne.

Rêveberê Polîsê Urmiyê Sadiq Leşkerî ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê re ragihandiye, piştî pevçûn û bûyera teqekirinê hêzên polîs dest danîne ser otomobîlan û dest bi ser çekek ji corê Klaşînkof de jî girtine.

Serokê Desthilata Dadê ya Urmiyê, Nasir Etebatî jî birîndarbûna çend kesan di pevçûna çekdarî ya duh şev de piştrast kiriye û ragihandiye, “bûyer bi sedema nakokiyên civakî yên navbera du malbatan de çê bûye.”

Nasir Etebatî diyar kir, “Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê amade bûn û di lêkolînên destpêkê de 6 kes ji beşdarên sereke yên bûyerê nasnameya wan hat tesbîtkirin û piştre ew kes hatin desteserkirin.”

Etebatî got, kesên desteserkirî bi biryara dadgehê bo girtîgehê hatine şandin û lêkolîn jî berdewam e.

Serokê Desthilata Dadê ya Urmiyê destnîşan kir, di vê pevçûna çekdarî de ti kesekî canê xwe ji dest nedaye, lê ji ber têkdana ewlehiya bajêr û xelkê û ji ber belavkirina tirsê di nav civakê de, tohmetbar dê bên cezakirin.

Dozgerê Giştî û Şoreşê yê Umriyê, Hisên Mecîdî jî diyar kir, kesên ku êrîşa çekdarî pêk anîne dê li gor qanûnê bên darizandin û dê bi tundî bên cezakirin.