Buldan li Qersê bang li dengder û alîgirên HDPê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo pîrozkirina cejna Remezanê Hevseroka HDPê li gel rêkxistinên partiya xwe yên bajarê Qersê li Bakurê Kurdistanê civiya. Pervîn Buldan ji alîgirên partiya xwe û xelkê Qersê yên ku li Stenbolê dijîn, daxwaz kir ku vê carê jî dengê xwe li dijî AK Partiyê bidin.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ku duh çûbû Qersê, di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmareke zêde ya xelkê Qersê li Stenbolê dijîn û ji wan xwest ku biçin ser sindoqên dengdanê û nas û dostên xwe jî han bidin ku deng li dijî AK Partiyê bikar bînin.
Biryar e hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê roja 23ê vê mehê (Hezîran) bê dubarkirin. Rikeberî di navbera berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglu û berbijêrê AK Partiyê Bînalî Yildirim de ye.
Di hilbijartinên 30ê Adarê de ku AK Partiyê encamên wê qebûl nekir û ji ber giliyên wê encamên hilbijartinan ji aliyê Desteya Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê ve hatin betalkirin, Ekrem Îmamoglu serkeftin bidest xistibû û belgeya şaredarbûnê jî ji Desteya Hilbijartinan wergirtibû.
Buldan herwiha got, wan qeyûm dane aliyekî û şaredariyên xwe vegerandin, herwiha bûne sedem ku Hevpeymaniya Cumhur li Enqere, Stenbol, Edene, Mêrsîn û Antalyayê, şikestê bîne.
Hevseroka HDPê diyar kir ku AK Partî bi hemû hêza xwe dijayetiya wan kir, lê tu encam bidest nexist.
Bi gotina Perwîn Buldan, ew dê di hilbijartina li pêş de jî, ji bo aştî, azadî, demokrasî û dadperweriyê kar bikin û tekez kir, ew dê di wê rêya xwe de biserkevin.