Çalakiya rûniştinê ya Lîcê rastî mudaxeleyê hat: Herî kêm kesek mir
Amed (Rûdaw) – Li navçeya Lîce ya Amedê, hêzên polîs û leşkerên tirk mudaxeleyî çalakiya rûniştinê ya nerazîbûna li hember çêkirina qereqolan û encamdana operasyonan kirin. Di bûyerê de herî kêm kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Ev nêzîkî 15 roj in li ser rêya bajarên Çewlik û Lîcê û li kêleka gundê Çeperê komek çalakvan û welatî li dijî çêkirina qereqolan û encamdana operasyonên leşkerî çalakiya rûniştinê pêk tînin.
Çalakvan îşev rastî mudaxeleya tund a hêzên ewlehiyê hatin û di navbera wan û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn derket.
Li gorî DÎHAyê, di aloziyê de hêzên ewlehiyê gulle berdan xwepêşanderan ku bû sebeba mirina jineke 50 salî û birîndarbûna 2 kesên din.
Hat gotin, rewşa birîndarekî giran e ji ber wê jî bi helîkopterê rakirine nexweşxaneya Amedê.