Çalakvanekî Kurd di girtîgehê de hewla xwekuştinê da
Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê Kurd ê ji Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê Arwîn Nîkpey ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin û di girtîgeha Rêveberiya Îtlaatê de hewla xwekuştinê da, rewşa wî xirab e.
Li gorî medyaya xwecihî ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku Arwîn Nîkpey hewla xwekuştinê da, ji girtîgeha Rêveberiya Îtlaatê ji bo nexweşxaneya wî bajarî hat veguhestin, tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê xirab e jî di nav çavdêriya hêzên ewlehiyê de ye. Her wiha dayika Arwîn Nîkpey jî piştî bihîstina xebera hewla xwekuştinê nexweş ket û ew jî rakirin nexweşxaneyê.
Çalakvanê sivîl ê xelkê gundê Nêyê yê ser bi bajarê Merîwanê Arwîn Nîkpey roja 31.01.2023an li bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ve hat desteserkirin û ev demek e di hucreya takekesî de ye.
Li gorî agahiyan, Arwîn Nîkpey mehekê di girtîgeha Îtlaatê ya Sineyê de maye û piştre ew birin Merîwanê. Piştî 80 roj desteserkirin hefteya borî meheke din jî hat dirêjkirin.
Li gorî medyaya Rojhilatê Kurdistanê, tenê carekê destûr hatiye dayîn ku Arwîn Nîkpey bi telefonê bi mirovên xwe re bi kurtî biaxive. Ew heta niha ji mafê parêzeriyê bêpar hatiye hiştin.
Rêveberiya Îtlaata Merîwanê heta niha sedema girtina Çalakvanê Kurd Arwîn Nîkpey eşkere nekiriye.