Qebra pêxember Nahûm tê nûjenkirin

Elqûş (Rûdaw) – Qebra pêxember Nahûm û xwişka wî Sare ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi piştgiriya hikûmeta Amerîkayê bi kujmê 500 hezar dolaran tê nûjenkirin.

 

Li perestgeha ku qebra pêxember Nahûm têde ye û heta dawiya sala 1947an ve jî ji aliyê cihûyên deverê ve îbadet têde hatiye kirin, alav û madeyên bînasaziyê yên taybet bi şûnwaran ve têde têne bikaranîn, bi hişyariyeke mezin kar têde tê kirin daku sirûşt û reseniya wê ya dîrokî were parastin.

 

Serperiştyarê projeya nûjenkirina qebra Nahûm, Burhan Ebdullah dibêje: “Qûmeke me heye li vir ku hûn dibînin ji bo çêkirina dîwaran taybetmendiya wê heye û ji welatê Çekya ve ji me re tê, ev made zêdetirî 200 salan dîwaran diparêze ji baran û serma û germê, ji bo xweragirtina van berhemên dîrokî ye, ev ne avahî ye ku em dikin, hemû madeyên ku em bi kar tînin, hemû madeyên şûnwarî ne.”

 

Dîroka qebera pêxember Nahûm ku pêxemberê cihûyan e, vedigere serdema împaratoriya Aşûriyan a sala 612an a berî zayînê, rojane 12 demjimêr karê nûjenkirinê ji aliyê tîmeke dîzayner û şûnwarnasên Çekyayê ve tê kirin, bi bikaranîna kevirên çiyayên Kurdistanê tê nûjekirin. Ev qebr ji aliyê kesên olî ve weke cihekî pîroz tê dîtin.

 

Dîroknas Dr. Xezwan Yûsif ji Rûdawê re diyar kir: “Ev der wisa tê qebûlkirin ku pêxember Nahûmê Elqûşî, ku 2 hezar û 700 sal berê pêşbîniya rûxana paytexta Newnewayê têde kir ku paytexta împaratoriya Aşûriyan bû, ev jî di sala 612an a berî zayînê de qewimî, pêxember li vir wefat kir û li vir hat veşartin, ev der weke cihekî pîroz tê dîtin.”

 

Kompaniyeke Çekyayê li Elqûşê kar li ser nûjenkirina qebra pêxember Nahûm dike, ku bajarokê Elqûşê 50 kîlometre dikeve bakurê bajarê Mûsilê û niştecihên wî %100 Krîstiyan in.